EKOLOJÎ

Însan çawa dibe însan ?

Dema ku em li însanê difikirin, em mecburin li civakê jî bifikirin. Ji ber ku taybetmendiya herî esasî ya ku şikl dide însanê û ew pê tê naskirin civakbune. Dema ku însan têkiliyan bi hevdure datîne û lê mane bar dike, bi ava kirina pîvanên jiyan û hevjiyanê ya ku dibin çand, civak ava dibe.

Lê belê ji bona ku em rast û li însanê serwext bibin, divê em hinekî din kur biçin. Dema ku em li dîroka însaniyetê mêze dikin. Em ê bibînin ku ji bo avabuna civakê bingeheke lazim e.

Însan ne ji nişka ve bi halê xwe yê hazir daketiye rûyê erdê, lê bi guhertin û veguhertinên beridandina gerdunê di demekî dirêj re şikl girt. Jiber vê jî, eger em bêjin dayika însan xweza ye, ev şaş nabe, lê belê kokên me û têkiliyên me bi derdora xwe re daha baştir bide naskirin. Xweza, dayik û mamosteya esasî ya însanê ye. Xweza hiştiye ku mêjiya însan ya nerm çêbibe û her tişt ji însan re pêşkêş kiriye, da ku jê fêr buye û xwe pêş xistiye û bi vî rengî îmkanên civakbunê ava kiriye.

Dema ku em bahsa xwezayê  dikin jî girînge ku em wê weke xwedêyek negirin dest.  Xweza xwedawend e, bi xwe tim nav guhertin û veguhertinê de ye. Jiyan, mirin û vejîn e. Bi hemu rengan xwe xemilandiye. Ne wek hebunek jorgerdunî hukim dide, lê bi xwe di hemu zindiyan de ye. Ruhê enerjiya jiyanê ye.

 

Bunları da beğenebilirsin